May 14, 2021 07:15 Asia/Tehran
  • Zerîf bi Wezîrê Derve yê Spanya re şêwirî

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê ku ji bo gotûbêja bi rayedarên Spanyayê re çûye Madrîda paytexta vî welatî duh berêvarê bi wezîrê derve û karûbarên Yeketiya Ewropayê (YE) yê vî welatî re civiya û pê re gotûbêj kir.

Li gor IRNAyê Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf  di despêka sefera xwe ya bo welatên ewropî re duh sibeyê gihêşt Madrîdê paytexta Spanyayê û di hevdîtina xwe bi wezîrê derve û karûbarên YE yê vî welatî  Arancha González Laya re ser mesela û mijarên du alî û guhertin û bûyerên herêmî û navneteweyî gotûbêj kir.

Armanca sereke ya vê seferê berfirehkirina têkiliyên du alî û hevkariya li ser mijarên têkildarî berjewendiya hevbeş e.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê berî ku biçe Ewropa, serdana Sûriyê kir û bi rayedarên vî welatî re civiya.

Serepeyv