May 13, 2021 00:51 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî qebûl kir ku cezayên hejmarek mehkûmên dadgehan were bexşandin û kêmkirin

Bi minasebeta Cejna Remezanê, Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî razî bû ku cezayên hejmarek mehkûmên dadgehan were bexşandin an jî kêkirin.

Li gorî bingeha agahdariya Nivîsgeha  Rêberiya Inqilaba Îslamî, bi minasebeta Cejna Remezanê, Hz. Ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, razî bû ku cezayên 2,187 mehkûmên Dadgehên Giştî û Inqilabê û Rêxistina Ceza û Dadweriya Hêzên Çekdar, efû bike an jî biguheze û kêm bike.

Serokê teşkîlata dadweriyê, seyd Îbrahîm Ra'îsî, di nameyekê de ji rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî re bi minasebeta Cejna Remezanê daxwza bexşandin an daxistin û kêmkirina cezayên wan mehkûman kir ku li gor benda 11 ya qayideya 110 ya qanûna bingehîn xwediyê vê mafê ne. 

Hz. Ayetullah Xamineyî jî ev pêşniyar qebûl kir û mehkûmên hanê bexşand an cezyê wan kêm kir.

Serepeyv