Zerîf: Îdiaya ku qubeya hesin a Rejîma Siyonîst nayê têkbirin derewek eşkera bû
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di nav komên filistînî yên li Sûriyê de tekez kir: Îdiaya ku qubeya hesin aRejîma Siyonîst nayê têkbirin derewek eşkera bû.
Li gorî IRNAyê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro Çarşemê li Şamê ji rayedar û rêberên Fîlîstînî re got ku berteka qehremanane ya komên berxwedanê li dijî Rejîma Siyonîst nîşan da ku îdiayên têkbirina Qubeya Hesinî derew in.
Zerîf di nav serokên komên Filistînî yên ku li Şamê dimînin de destnîşan kir: "Tevî hovîtiya Rêjîma Siyonîst, nemaze li Mizgefta El-Aqsayê, em şahidê lehengî û mêrxasiya mêr û jinên Filistînî di parastina erd û pîrozgehên xwe de ne."
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Cîhana Îslamê bi van qehremanî û lehgiyên gelê Filistînê serbilind in.
Zerîf her wiha got: "Van bûyeran nîşan da ku pêvajoya normalîzekirina têkiliyan bi Rejîma Siyonîst re dijî gelê Filistînê û dijî cîhana Misilman e."
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha tekez kir: Van rojên dawî, bi hevkariya Tirkiye û welatên din ên îslamî, me hewl da ku di vê mijarê de civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî hişyar û hestyar bikin.
Zerîf her wiha got: "Em li rex gelê Filistînê ne û em şanaz in ku berdêla vê standê didin, çawa ku Sûriyê berdêl dide ku li ber berxwedana gelê Filistînê radiwest e."
Zerîf îro çarşemiyê bi serokatiya şandek çû Sûriyê ji bo hevdîtin û danûstandin û gotûbêjê li ser pirsên dualî û herêmî her weha pêdaçûnê li ser pêşhatên herî dawî li erdên dagirbûyî û destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser pîrozgehên Misilman.