May 12, 2021 22:10 Asia/Tehran
  • Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 366 kesên din jî bûn qurbaniyê Koronayê

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 366 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêşte 75 hezar û 934 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Çarşemê 12 Gulanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 16 hezar û 409 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin. Bi van pêketiyên nû hejmara pêketiyên ku heta niha li Îranê hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 707 hezar û 761 kesan.

Vê Wezaretê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 162 hezar û 87 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha diyar kir ku heya niha nêzîkî 17 milyon û 480 hezar û 333 pişkinîn û testên Covid-19 li Îranê pêk hatine.

Vê Wezaretê her wiha di raporekê de ragihand ku li welêt heya vê demê milyonek û 623 hezar û 279 kesan doza yekem a vaksîna Koronayê lêdane û 319 hezar û 793 kesan jî doza duyem a vê vaksînê lêdane û li ser hev milyonek û 943 hezar û 72 doz vaksîn li Îranê hatine lêdan.

Serepeyv