Zerîf çû Sûriyê
May 12, 2021 10:10 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê ji bo gotûbêja ser pirsgirêk û meselên dualî û rewşa navçê û guhertinên dagirkirî yên Filistînî çû Sûriyê.
Li gor IRNAyê Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro ji bo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên Sûriyê derbarê pirsgirêk û meselên dualî û rewşa navçê û guhertinên dagirkirî yên Filistînî çû Sûriyê.
Zerîf di vê seferê de, ji bilî hevdîtin û danûstandina bi rayedarên paye bilind ên hukûmeta Sûriyê re wê bi serokên komên filistînî yên li Sûrîyê dijîn re jî bicive û dê pêşhatên dawî yên derbarê Filistîna dagirkirî gotûbêj bike.