May 11, 2021 19:44 Asia/Tehran
  • Zerîf di twittekê da tan û teniştoka xwe li Garda perravî ya Amerîkayê kir

Wezîrê karên derve yê Îranê bi twittek bi teniştok bertek nîşanî hebûna garda perravî ya Amerîkayê li Rojavayê Asyayê da.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê di twittera xwe da, xitabî Garda perravî ya Amerîkayê nivîsî: Divê hûn tam di halê 'Parastina' peravên çi kesî bin?

Hêza deryayî ya Amerîkayê rojên berê îdia kir ku hejmareke qayîqên Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî nêzikî keştiyên şêrr ên Azmerîkayê li Tengava Hormuzê bûne û jibo dûrkirina wan neçar bûye ku 30 gulleyan bişîne.

Navenda ragihandê ya Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî  îro Sêşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê îdiaya Can Kirbî Berdevkê Wezareta berevaniya Amerîkayê derbarê nêzikbûna qayîqên Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî  li keştiyên şêrr ên artêşa terorîstî ya vî welatî li tengava Hormuzê nedurust da zanîn.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Roja 10ê Gulanê qayîqên Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî  li avên Îranê tûşî heft keştiyên Amerîkayê li Tengava Hormuzê bûn ku tevgerên handêr pêk dianîn.

 

 

Serepeyv