May 11, 2021 11:52 Asia/Tehran
  • Yekem berhema pirrhejmar a Vaksîna Cov Iran Barekart'ê dê were nimandin.

Yekem berhema pirrhejmar a vaksîna îranî ya Koronayê bi navê Cov Iran Barekart'ê dê were nimandin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Yekem berhema pirrhejmar a vaksîna îranî ya bi navê Cov Iran Barekart'ê di faza yekem a karistana berhemanîna vaksînê ya erkantiya cihanîna fermana Îmam Xumeynî (re) îro Sêemiyê bi amadebûna Seîd Nemekî Wezîrê Tendurustiyê yê Îranê li parêzgeha Elborzê dê were nimandin.

Seyid Reza Mezherî, Rêveberê cihêner ê plana Vaksîna Cov Iran Barekart'ê got: Piştî derbasbûna ji qonaxa nîvpîşeyî, em derbasî qonaxa berhemanîna pirrhejmar a vaksîna Cov Iran Barekart bûn û biryar hat dayînê ku 2 xetên pîşeyî bên amadekirin ku xetê yekem ê berhemanînê amade bûye û xetê duyem jî tê amadekirin.

Derzîlêdana mirovî ya qonaxa yekem a lêkolînên kilînîkî ya yekem vaksîna îranî ya Cov Iran Barekart'ê, 29ê Kanûna 2020î dest pê bû.

 

Serepeyv