May 11, 2021 00:05 Asia/Tehran
  • Derbarê êrişa ser konsulxana Îran li Kerbelayê Îranê balyozê Iraqê li Tehran ban kir wezareta derve

Birêvebirê Giştî yê Teşeposat û Merasiman yê Wezareta Karên Derve ya Îranê, piştî kiryarên ajawegêr û serhildêran di êrîşa ser konsulxana Îranê li Kerbelayê, ban kir sefîrê Iraqê li Tehranê bû wezareta derve û li hevdîtina wî êrişa ser konsolxana Îranê şermezar kir.

Birêvebirê Giştî yê Teşeposat û Merasiman yê Wezareta Karên Derve ya Îranê, di vê hevdîtinê de ji Iraqê xwest li gor Konvansiyona 1963 bona parastina avahî û cihên dîplomatîk ên Îranê li Iraqê gişt tevdîrên ewlehiyê ber çav bigire.

Sefîrê Iraqê jî di vê civînê de got: Hikûmeta Iraqê, wekî hukumeta ku navendên dîplomatîk tê de ne xwe wezîfedar dizane çi ji destê wê tê bona parastina van navnedan bikar bîne.

Piştî ku hin çalakvanên medyayê di pêngaveke şikber de Îran bi kuştina çalakvanê civakî îhab El-Zûnî tawanbar kir, hin kesan şeva borî serê ewil di hundurê etebatê Huseynî de li bajarê Karbala ya Iraqê, diruşmên dijî Îranî qîrîn û paşê li gor pêngaveke ji pêş ve hevahengkirî ber bi konsolosxana Îranê çûn û bi şewitandina tekerên otomobîlan û kiyoskên polîs hewl dan ku bikevin hundurê konsulxanê. Lê polîs û hêzên li dijî serhildanê rê li ber wan girtin û ew dûrxistin. Piştî vê bûyerê neyarên têkiliyên stratejîk ên Îran û Iraqê di tora civakî de bi dehan girtevîdyo ji vê bûyerê û agirberdana derdora konsolosxana Îranê belav kirin daku bi vê rêkê xelkê parêzgehên din ên Iraqê li dijî Îranê rakin.

Serepeyv