Berteka Zerîf a li hember gulleberdana siyonîstan a ber bi nimêjkiranli Mizgevta El-Eqsayê
Wezîrê Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf êrîşa Rejîma Siyonîst ber bi nimêjkerên li Mezgevta El-Eqsayê şermezar kir.
Li gor ISNAyê, Zerîf îro derheq êrişên Rejîma Siyonîstî ser Filistîniyan li Mizgevta El-Eqsayê bertek nîşan da û di jimara xwe ya Twitterê de nivîsî: "Ne bes bû ku rejîma Îsraîl erd û xaniyên mirovên din bidize, rejîmek apartheid ava bike û di dema dagirkirina neqanûnî ya erdên filistîniyan de wan vaksîne neke; Lê niha di roja herî pîroz a Îslamê de, ev rejîma li sêyemîn mizgefta pîroz a Îslamê ebadetkir û xwedêperestên bêguneh gullebaran kir."
Çavkaniyên nûçeyan şeva Înê ragihandin ku çekdarên siyonîst li Mizgevta El-Eqsayê êrîşî nimêjkarên Filistînî kirin û deriyên vê mizgevta pîroz şikandin û herî kêm 53 nimêjkerên di nav mizgevtê birîndar kirin.