May 09, 2021 13:59 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Mijara yekem a dewletê, pêkanîna şiyana berhemanîna navxweyî ya vaksînê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir, Bernameya dewletê dabînkirina û berhemanîna vaksîna Koroanyê ye.

Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê di dused û bîst û sêyemîn civîna Erkantiya hevahengiya aborî ya dewletê da got: Amadekirin, dabînkirina û çêkirina vaksînê mijara sereke ya karî ya Rêxistina Bername û Mûçe, Banka navendî û Wezareta tendurustiya Îranê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Li gorî bernameya Wezareta Tendurustiyê, heta dawiya Tîrmehê dê 13 miliyon kes ji komên berziyan li welêt dê werin vaksînekirin.

Rûhanî her wiha got: Mijara yeke a siyasî ya dewletê pêkanîna şiyana berhemanîna navxweyî di warê vaksînê da ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi kiryarên pêkhatî di vî warî da got: Kiryarên dewletê di rewşa şerê aborî da tevî kêmtirîn asta firotina petrolê û bidestxistina pereyê derveyî ji ber boykotên dijwar ên dijmin, pêk hatin.

Wî got: Jibo sala 1400î jî, pêşbîniyên pêwîst jibo dabînkirina vaksînê û piştgiriyên aborî û bankî pêk hatine û dê cih bên.

 

 

Serepeyv