Rûhanî: Em lûtkeya çaremîn a Corona derbas dikin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Rast e li hin parêzgehan em carana zêdebûn an jî kêmbûna pêketin û mirina bi Koronayê dibînin, lê wer xuya dike nêzîk e em ji lûtkeyê çaremîn derbas bibin. Rast e di vê qonaxê de jimara pêketiyên Koronayê pir bûn, lê jimara miriyên bi vê vîrusê her wekî jimara miriyên lûtkeya sêyemîn bû.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro Şemiyê di Civîna Navenda Neteweyî ya Pêşîgirtina Koronayê de anî ziman ku Pîka(Lûtkeya) çarem a Koronayê ku di hefteyên vê dawiyê bajar û gundên me girtibû ber xwe ber bi xiolasbûn diçe û di dewamê de got: Cûreya vîrusa Engilîzî mixabin ya guherî(mutation)pir xeternak e. Rast hin rapor belav bûne ku li hin parêzgehan em carana zêdebûn an jî kêmbûna pêketin û mirina bi Koronayê dibînin, lê em dikarin bi tekezî bibêjin li gişt parêzgehên me ev jordaçûna amara Koronê berbi daketinê diçe.
Rûhanî herwiha got: Rast e di Lûtkeya çaremîn de jimara pêketiyên Koronayê pir bûn, lê jimara miriyên bi vê vîrusê her wekî jimara miriyên lûtkeya sêyemîn bû û eva bi saya têkoşîna kadroya pizişkî û tibî pêk hatiye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di rewşa vê demê de kirîna vaksîna Koronayê ji derve pêdivî da zanîn û got: Hewcetiya welêt bi vaksîna navxweyî heye û divê em xwe bi şiyan û îmkanên zanistî amade û pergal bikin.
Rûhanî bi bîr xist: Ji bo ku em zincîra veguhastinê kontrol bikin, divê em % 70yê nifûsê aşî bikin. Divê em heya Tîrmeh bikaribin van gavan bavêjin û wê demê em dikarin bibêjin ku me di warê mirinê de vîrus kontrol kiriye.