May 08, 2021 13:30 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Vegera Amerîkayê bo nav Rêkeftina Navokî bi xwe ve girêdayî ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê diyar kir ku vegera Amerîkayê bo nav Rêkeftina Navokî maye ser wê bi xwe û di dewamê de got: Rêkeftina Navokî wê ji nû ve were zindîkirin bi şertê ku Amerîka biryara siyasî ya hewce bide.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û Televîziyona Îranê, Seîd Xetîbzade di tora civakî de nivîsî: Di hevpeyvînekê de bi NBC re, min zelal kir ku vegera Amerîkayê bo Rêkeftina Navokî %100(sedî sed) girêdayî wê bi xwe ye.

Xetîbzade got: Rêkeftina Navokî dikare zîndî bibe, bi şertê ku  Amerîka biryara siyasî ya hewce bide û bizane ku gotûbêjên hewce ser Rêkeftina Navokî di Tîrmeha 2015 hatin qetandin, wê dema ku Amerîkayê bi xwe jî ev rêkeftin îmze kir.

Serepeyv