May 08, 2021 10:11 Asia/Tehran
  • Îranê êrîşa siyonîstan a li dijî Mizgefta El-Aqsayê şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê êrîşa siyonîstan a li dijî Mizgefta El-Aqsayê û nimêjkerên filistînî şermezar kir

Li gor IRNAyê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Seîd Xetîbzade îro Şemiyê got: Îran êrişa leşkerên Rejîma Dagirkerê Qudsê ser mizgevta  Aqsayê, qibla yekem a Misilmanan û şehîdkirin û birîndarkirina nimêjkirên Filistînî di Îna paşîn a meha Remezana pîroz û Roja Cîhanî ya Quds de bi tundî şermezar dike. 

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Vê cinayeta cengê carek din cewherê tawankar û cinayetkarbûna rejîma neqanûnî ya Siyonîst û hewcedariya çalakiyên navneteweyî yên bilez ji bo rawestandina binpêkirina qayide û qirarên herî bingehîn ên zagona mirovanî ya navneteweyî ji cîhanê re îsbat kir.

Xetîbzade herwiha tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê vî tawana hovane ya dijî mirovahiyê şermezar dike û sersaxiyê ji malbatên şehîdên vê bûyerê re dike û bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî yên din dike ku erka xwe ya diyar li hemberî vê tawana cengê de pêk bînin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha bi bîr xist: Komara Îslamî ya Îranê bi serbilindî û şanazayî li rex gelê qehreman ê Filistînê ye û bang li hemî welatên cîhanê, nemaze welatên îslamî dike, ku erka xwe ya dîrokî bi cî bînin û li rex gelê Filistînê li dijî êrişkerên Siyonîst bisekinin.

Çavkaniyên Nûçeyan şeva borî ragihandin ku şeva borî li hewşên Mizgefta Eqsayê û li taxa Şêx Cerah a bajarê Qudsê leşkerên siyonîst êriş kirin ser nimêjkeran li mizgefta Eqsayê, di encamê de şer û pevçûn derket ku eva bûsedem herî kêm 53 filistînî birîndar bibin. 

Serepeyv