May 07, 2021 00:19 Asia/Tehran
  • Iraqçî ji bo beşdarî di gera çaremîn a danûstandinên Rêkeftina Navokî dîsa çû  Viyana

Cîgirê sîyasî yê Wezareta Karên Derve û serokê şandeya danûstandinan a Îranê gihişt Viyenayê paytexta Avusturya, jibo beşdarbûna di çaremîn gera danûstandinên Rêkeftina Navokî de.

Li gorî IRNA, "Seyd Ebas IIraqçî", cîgirê sîyasî yê wezareta karên derve ya Îranê, îro Pêncşemiyê çû Viyenayê paytexta Avusturyayê(Otrîşê), jibo pişkdarîkirin di gera çarem a gotûbêjên Rêkeftina Navokî de.

Îro, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê bi Rafael Grossi, Rêvebirê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re jî civiya.

Civînên vê dawiyê yên Komîsiyona Hevpara a  Rêkeftina Navokî di çarçêva vê rêkeftinê ji riya rakirina ambargo û dorpêçên Amerîkayê tên lidarxistin.

Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku şertê vegera Îranê ser soz û peymanên xwe yên li gor Rêkeftina Navokî eva ye ku Amerîka hemî cezayên dijî Îranî ji holê rake.

Serepeyv