Rûhanî: Roja Cîhanî ya Qudsê, roja parastina mafên gelê Filistînê ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî tekez kir: Roja Cîhanî ya Qudsê, roja parastina mafên gelê Filistînê ye û em hêvîdar in bi zûtî cîhada gelê vî erdî (Filistînê) bigihêje encamê û serkeve.
Li gor IRIB Newsê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro di merasima desbikarin û behreweriya ji projeyên neteweyî yên wezaretxanên Zanist û Perwerdehî û Hevotinê bal kişand ser Roja Qudsê û got: Fîlîstînî li welatên curbicur aware û penaber in û di şert û mercên dijwar de dijîn û civaka navneteweyî jî guh nade ser xwestekên wan.
Rûhanî desnîşan kir ku siyonîst hîn jî erdên filistîniyan dagir û zevt dikin û got: Neteweya mezin a Îranê û Îmam Xumeynî (RE) roja Înê ya herî dawiyê li meha Remezanê wekî Roja Cîhanî ya Qudsê îlan kir, ku eva bibe bîranînek jibo mafên gelê Filistînê.
Wekî Rûhanî dibêje: Vegerandina Qudsa Pîroz ji hemî misilmanan re girînge û wek mirazeke wan a sereke ye û em hêvî dikin ku gelê Filistînê di vê cîhada xwe bi ser keve û Misliman bigihîjin xewna û mirazê dilê xwe yê demûdirêj.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku sibê Înê roja cîhanî ya Qudsê ye û got: Emê vê rojê piroz dikin û diparêzin û emê ji bo azadiya Qudsa Şerîf dua bikin û sibê emê bi dil û can guh bidin ser gotinên rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi minasibeta vê rojê.
Rûhanî herwiha bal kişand ser pêşveçûnên zanistî di welêt de û got: Amar nîşan didin ku di warên nûjenkarî û kompaniyên zanist-bingeh Îranê pêşketineke berbiçav û mezin hebûye û vê rêkê jî berdewam dike.