May 06, 2021 21:58 Asia/Tehran
  • Dxuyaniya Wezareta Derve ya Îranê bi minasibeta Roja Cîhanî ya Qudsê

Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Misilman û gelên cîhanê yên azadîxwz di Roja Cîhanî ya Qudsê da ji bo pûçkirina siyasetên şeytanî yên Rejîma Siyonîst bi taybetî yên ji bo hilweşandin û koçberkirina niştecihên Qudsê, dê rola girîng bilîzin.

Li gor IRNAyê, Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bi weşandina daxuyaniyekê bi minasibeta Roja Cîhanî ya Qudsê ragihand: Tedbîr û nexşeya mayînde û dîrokî ya Îmam Xumeynî ya binavkirina roja dawiyê ya meha Remezana pîroz wekî "Roja Quds" dibe sedema mayîn û zîndîbûna doza azadkirina Filistînê û ji aliyê din ve dibe sedema eşkerabûna zilm û cinayeta siyonîstan li dijî gelê bindest yê Filistînê.

Di dewama vê daxuyaniyê de hatiye ku Roja Qudsê bûye sembola têkoşîn û xebata li hemberî dagirkerî û zorbêjiyê di nav misilman û gişt azadîxwazên cîhanê û vê rojê di têkbirina pilanên nexêr û nemirovane yên mêtinkar û zalimên cîhanê yên wekî  Amerîka û Îsraîlê de yên li dijî gelê Filistînê roleke bê guhertin lîstiye.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê de her wiha hatiye destnîşankirin: "Roja îro, em doza Roja Qudsê di rewşekê de pîroz dikin û diparêzin ku cinayet û zordariya rejîma Aparteid a Siyonîst û binpêkirina mafên Filistîniyan zêdetir û berfiretir bûne. "

Di vê daxuyaniyê de tekez bûye ku Komara Îslamî ya Îranê bawer e ewlehî, îstiqrar û aştiya  mayinde wê demê li filistîn pêk tê ku pirsgirêkên sereke ên krîza Filistînê bitûn çareser bibin yên wekî kutabûna dagirkerî, vegerîna awareyan, diyarbûna Rejîma Pêşeroja Filistînê ji riya refranduma giştî bi beşdariya nişteciyên sereke ên Filistînê gişt safî bin û hikûmeteke yekgirtî bi paytextiya Qudsa şerîf pêk were.

Di vê daxuyaniyê herwiha diyar bûye ku pêwîst e dewlet û neteweyên misilman zorê bînin ser qawetên cîhanî û rêxistinên fermî da ku li wezîfeyên xwe yên însanî yên wekî piştgiriya ji mafên gelê bindest ê Filistînê, kutakirina dagirkerî, rawestandina cinayetên hovane yên siyonîstan li Qudsa şerîf xwedî derkevin û rê li ber desdirêjî û mîtîngeriyê li herêmê bigirin. 

Serepeyv