Zerîf: Îran bi serbilindî li rex gelê Filistîn sekinî
Wezîrê Derve yê Îranê; roja Qudsê, rojek da zanîn ku hevgirtin û pêwîstiya hevgirtin û piştgiriya cîhanê ji Filistînê têxe bîra hemiyan û tekez kir: Îran bi serbilindî li rex gelê Filistîn sekinî.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro pêncşemê di bereberê hilketina Roja Cîhanî ya Qudsê di rûpela xwe ya ser tora civakî de nivîsî: Filistîn pîvana niraxandina dadwerî û edaletê ye.
Zerîf got: Îran bi serbilindî li rex gelê Filistîn sekinî; gelê ku li dijî hovîtiyên rejîma Apartheid li ber xwe dide û Roja Qudsê her sal pêwîstiya exlaqî ya hevgirtin û piştgiriya cîhanê ji Filistînê têxe bîra mirov.
Roja înê ya dawiya meha Remezana pîroz bi pêşniyar û însiyatîva pêşengiya Îmam Xumeynî (rh), damezrênerê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê, Roja Cîhanî ya Qudsê hate binav kirin.
Sibê Înê, 7ê Gulana 2021 (24-ê Remezana 1442-an), Roja Cîhanî ya Qudsê ye.