May 06, 2021 16:37 Asia/Tehran
  • Xetîbazade: Wezareta Derve ya Îranê bûyera ketina dîplomatê Swîsrayê dişopîne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê şeva borî li ser bûyera ku dîplomata Swîsrayî ji avahiyek li bakurê Tehranê ket xwarê ku bû sedema mirina wê, xemgîniya xwe diyar kir û got: Wezareta Karên Derve ya Îranê piştî agahdar bûna ser vê bûyera tal bi rayedarên qanûnî yên pêwendîdar ên wekî polîs û rêxistina dadweriyê re mijarê şopand.

Li gorî Fars Newsê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade anî ziman ku Wezareta Karên Derve ya Îranê li benda encamên lêkolînê yên sedema qezayê ji bo dîplomata Swîsrayî ye û got: Meytê mirî dê bibin pizîşkiya dadweriyê û piştî pişkinînên pêwîst dê radestî balyozxana Swîsrayê were kirin.

Xetîbzade destnîşan kir ku Wezareta Karên Derve ya Îranê eva çend saet in bi Balyozxaneya Swîsrayê ya li Têhranê re di têkiliyê de ye û ragihand ku Balyozê Swîsrayê yê li Tehranê îro(çarşemê) bi rayedarên peywendîdar re li Wezareta Derve ya Îranê civiya û di derbarê babetên curbicur ên pirsgirêkê de danûstandin kirin.

Xetîbzade di dewamê de got: Wezareta Derve ya Îranê dê di çarçova bendên Konvansiyona Viyanayê ya Têkiliyên Dîplomatîk de hemî tedbîrên hewce bistîne û hevkariya hewce cih bîne.

Berî vê yekê Berdevkê Ûrjansa Îranê Mucteba Xalidî agahî dabû ku sekretera yekem a sefareta Swîsrayê li Tehranê ji qata 17-an a avahiyek kete xwerê û can da. Wezareta derve ya Swîsrayê jî ev nûçe piştrast kir.  

Serepeyv