May 05, 2021 16:28 Asia/Tehran
  • Heta îro 5ê Gulana 2021ê - Derdora 2 miliyon û 4 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê ragihand ku heta niha 2 miliyon û 39 hezar û 427 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê ragihandin ku di 24 saetên borî da 15872 tûşbûyiyên nû hatine naskirin.

Li gorî vê yekê, hejmara giştî ya tûşbûyiyên Koronayê ji destpêkê va heta niha li Îranê bûye 2 miliyon û 591 hezar û 609 kesî.

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 349 kesan di 24 saetên bihurî da û ragihand:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 73 hezar û 568 kesî kesî."

 

Serepeyv