May 05, 2021 12:06 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê: Boykot hatine şikandin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir ku boykot hatine şikandin.

Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di civîna desteya dewletê da got: Ez ji xelkê ra radigihînim ku boykot hatiye şikandin û heke em gişt bi hev ra bibin yek, dê bi zûtî boykot bên rakirin.

Rûhanî her wiha got: Aliyê hember dizane ku tu rêyek ji bilî vegeriyana bo qanûn û rêzikan û Lihevkirina Navokî tune.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îro roja şîna siyonîstan di Qudsa 1400î da ye ku hem şerê aborî ku bi riya Amerîkayê bi rê xxistin di halê têkçûna dawî da ye û hem hewildana jibo dûrkirina welatên navçeyê ji Îranê di rêka dawî ya işkestê da ye.

 

 

Serepeyv