May 04, 2021 23:43 Asia/Tehran
  • Borrell û Blinken li ser rewşa danûstandinan derbarê Rêkeftina Navokî ya bi Îranê re axivtin

Berpirsa siyaseta derve ya YE û wezîrê karên derve yê Amerîkayê li rex civînên G7 li London, mijarên cûrbecûr, di nav de rewşa muzakireyên derbarê Rêkeftina Navokî ya bi Îranê re li Viyenayê, gotûbêj kirin.

Li gorî Fars Newsê, Berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê(YE) Joseph Borrell û wezîrê derve yê Amerîkayê  Anthony Blinken îro sêşemê li rex civînên G7 li London, bêyî ku balê bikişîne ser derketina neqanûnî ya Amerîkayê ji Rêkeftina Navokî, Pêşveçûnên herî dawî yên di derbarê gotûbêjên Rêkeftina Navokî li Viyana de, vegera gengaz a Amerîkayê li wê û awayê misogerkirina pêkanîna vê peymanê lêkolîn kirin.

Di dema serokomariya Donald Trump de, Washington bi mebesta zexta herî zêde li ser gelê Îranê, terorîzma aborî ya yekalî ferz kir.

Serokê nû yê Amerîkayê rexne li siyaseta berê ya Qesra Spî ya li hember Îranê girt, lê got ku vegera ser Rêkeftina Navokî maye ser kiryara Îranê ya cihanîna pêsparteyên xwe yên li gor vê rêkeftinê û bêyî ku balê bikişne ser vê yekê ku eva Amerîka bû ji vê rêkeftinê derket, dibêje ger Îran vegere ser soz û peymanên xwe yên li gor Rêkeftina Navokî, Waşîngton wê vegere ser vê rêkeftinê. 

Di dewra nû ya civîna Komîsyona Hevpar a Rêkeftina Navokî ku Sêşema bihurî li Viyanayê pêk hat, beşdarên wê biryar dan ku gotûbêjan bi lez pêş ve bibin û lihevkirin çêbû ku hewldanên komên karzanî û pisporî di du qonaxên boykotan û navokî bi lez û bez berdewam bikin û Komek pispor a sêyemîn, ser navê Koma Pisporê Rêkeftinên Rêvebir, ji bo nîqaşkirina rêkeftinên pratîkî yên ji bo rakirina dorpêçan û dûv re jî vegera Amerîkayê ser Rêkeftina Navokî were çêkirin.

Serepeyv