May 04, 2021 21:47 Asia/Tehran
  • Mirina dîplomateke Swîsrayê li Tehranê ji ber ketina ji  qata 17-an a avahiyekê

Berdevkê Ûrjansa Îranê ragihand ku dîplomateka Swîsrayê ku dibêjin Sekretera yekem a sefareta Swîsrayê bû li Tehranê ji qata 17-an a avahiyekê kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Li gor Ajansa Îran Pressê, berdevkê Rêxistina Ûrjansa Îranê Mucteba Xalidî îro ragihand li taxa Kamiraniye ya Tehrana paytexta Îranê, termê dîplomateka Swîsrayê hat dîtin.

Li gorî agahiyan, tê gotin ku wê dîplomata 51 salî ya Swîsra bi navê Silve B. ku sekretera yekem a seferata vî welatî bû ji qata 17-an a avahiyeka bilind de ketiye û canê xwe ji dest daye.

Heta niha nayê zanîn sedema ketina vê dîplomat û karmenda balyozxaneya Swîsrayê ji ser avahiyê çi bûye?  

Serepeyv