Zerîf: Gotinên min pêçek ji mezinatiya şehîd Sulêmanî kêm nake
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf tekez kir: Gotinên min pêçek ji mezinatiya şehîd Sulêmanî kêm nake.
Li gor Iran Pressê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf di peyamekê debi minasibetên şevên Qedirê li ser rûpela xwe ya Instagramê de anî ziman ku gotinên min pêçek ji mezinatiya şehîd Sulêmanî kêm nake û di dewamê de nivîsî: Hêvî dikim ku gelê Îranê û hemî evîndar û hogirên Serdar û nemaze malbata hêja ya serdar Sulêmaniyê hêja, min bibexşînin.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî yê Îranê di vê peyamê de nivîsî: Ji bilî sidaqet û dilsoziyê li ser mîsogeriya wê ti îddîayek min tune, ew pêçek ji mezinahiya şehîd Sulêmanî û rola wî ya bê mînak di jinûveafirandina ewlehiya Îranê, herêm û cîhanê kêm nake.
Di vê peyamê de tê gotin ku eva hefteyek e ji weşana dirûnê û analîzkirina wê re derbas dibe, tenê ji bo ku ezmûnan bi dilsozî veguherînin karbidestên pêşerojê û bêyî ku niyetek hebe ku ew bi firehî belav bibe an jî tixûbdar be, hinekan hewl daye ku van mercên nebaş wekî navgînek ji bo têkdana hevdiliya navbera hemî pêkhatiyên gelê vî erdî an jî wekî amûrek ji bo armancên siyasî yên demkurt bikar bînin.