Civîna Komîsiyona hevpar a Lihevkirina Navokî li Viyenê bi dawî bû
Civîna Komîsiyona hevpar a Lihevkirina Navokî bi beşdariya taximên îranî û endamên Koma 4+1ê li Viyena paytexta Otrîşê bi dawî bû.
Li gorî rapora Fars Newsê, Beşdarên di vê civînê da rewşa, herî dawî ta şêwirînên komxebatên karzaniyê di warên rakirina boykotan, navokî û rêzikên cihanînê vekolandin.
Biryar hat dayîn ku ku piştî vê civînê, taxim vegerin paytextên xwe û gotûbêj careka din ji roja Îniya bê va bên domandin.
Li gorî biryara berê ya Komîsiyona hevpar a Lihevkirina Navokî, derbarê lezandina pêvajoya şêwirînan, gotûbêjên vê hefteyê di qalibên dualî an çendalî hatin domandin û aliyên gotûbêjê hewil dan ku nakokiyên xwe derbarê nivîsan bigihînin asta herîkêm.
Wan li hev kirin ku di dora bê ya gotûbêjan da kar bi lez û cidiyeteka zêdetir bê domandin.