Berdewamiya şêwirmendiyên dijwar di navbera Îran û koma 4 + 1 de li Viyenayê
Diyalogên di navbera Îran û Koma 4 + 1 de li Viyanayê di ast û formatên curbicur de têne berdewam kirin.
Li gorî IRNAyê, roja Pêncşemê civînek çar alî di navbera serokê tîma muzakireyên Îranê, Syed Ebbas Iraqçî û serokên şandên ji sê welatên Ewropî hate lidarxistin.
Syed Ebbas Iraqçî û Enrique Mora, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Karûbarê Çalakiya Derve ya Ewropyêî, jî bi hev re civînek lidarxistin.
Wekî din, civînek di navbera Iraqçî û Wezîrê Derve yê Avusturya de pêk hat.
Îro (în) jî gotûbêj berdewam kirin da ku di gelek komên xebatê de nivîsan binirxîne.
Tûra sêyemîn a danûstandinên di navbera Komîsyona Hevbeş a Rêkeftina Navokî ji roja Sêşemê li Viyana dest pê kir û beşdarên civînê tekez kirin ku pêdivî ye ku pêvajoya danûstandinan zûtir bibe.
Her weha, li gorî Wezareta Karên Derve ya Îranê, nûnerên hukûmeta Amerîka di civîna Komîsyona Hevbeş a Rêkeftina Navokîî de beşdar nebûn.