Nîsan 30, 2021 16:14 Asia/Tehran
  • Zerîf di hevdîtina digel Serokwezîrê Kuweytê de, xwest hevkariyên navbera Îran û Kuweytê berfirehtir bibe

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina digel serokwezîrê Kuweytê de xwest ku bila têkilî û hevkariyên du welatan li gorî zirûfên du welatan bi taybet di warên aborî û ticarî de berfireh bibin.

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf di civîna digel serokwezîrê Kuweytê Şêx Sebah El-Xalid El-Ehmed el-Sebah de amaje bi peywendîyên her du welatan di warên cûrbicûr de kir û li ser berfirekirin û bihêzkirina peywendîyên her du welatan û çalakkirina kapasîteyên heyî, nemaze di warên aborî û bazirganî de tekez kir.

Di vê Hevdîtinê de serokwezîrê Kuweytê pêşwaziya seredana wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bo Kuweytê û pêwîstiya pêwendiyên di navbera karbidestên her du welatan de kir û bal kişand ser kapasîteyên heyî ji bo berfirehkirina hevkariya di navbera du welatan de û li ser dîtin û helwêsta Kuweytê derbarê mijar û meselên herêmî û berdewamiya gotûbêjên herêmê şirove kir û li ser rola Kuweyt û Îranê di van baran de tekez kir.

Serepeyv