Nîsan 30, 2021 14:26 Asia/Tehran
  • Zerîf bi Wezîrê Karên Derve yê Kuweytê re hevdîtin dike

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf, ku li Kuweytê ye, şeva borî (Pêncşemê) bi Wezîrê Derve yê vî welatî, Şêx Ehmed Nasir El-Sebah re civiya.

Li gorî IRNAyê, Zerîf di hevdîtina hevtayê xwe yê Kuweytî pêwendiyên du welatan ên di warên siyasî, aborî û bazirganî de gotûbêj kirin û xwest ku pêwendiyên du welatan di hêlên cûrbicûr de geş û berfireh bibin.

Di vê civînê de, wezîrê karên derve yê Îranê helwêsta Komara Îslamî ya Îranê li bara rêkeftinên navçeyî ji hêla welatên navçeyê ve jî şirove kir û li ser vê yekê ku pêwîst e welatên navçê pişta xwe bi şiyanên xwe bigirin tekez kir ji bo ku hevkariyek avaker û mayinde di navbera wan pêk were.

Wezîrê Karên Derve yê Kuweytê Şêx Ehmed Nasser el-Sabah jî têkiliyên her du welatan dîrokî bi nav kir û xwest  ku têkiliyên di navbera her du welatan de ji asta heyî bilintir bibin û tekez kir ku Kuweyt amade ye ji bo berfirehkirina hevkariyê û her weha zêdekirina danûstendinan navbera du welatan.

Hevdîtinên Îranê bi koma 4 + 1 re li Viyena, berfirehkirina hevkariya pir alî li herêmê, pirsgirêkên konsolosî, hevkariyên jîngehê û şêwirîn li ser geşedanên dawîn ên li Yemen, Sûriye û Lîbyayê mijarên din in ku di navbera wezîrên karên derve yên Îran û Kuweytê de hatin gotûbêj kirin.

Serepeyv