Deryadar Tengsîrî: Sipah û Artêş bi xurtî tevgerên dijmin li Kendava Farsê dişopînin
Fermandarê Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Sipah û Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi xurtî tevgerên dijmin li Kendava Farsê dişopînin.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Deryadar Elîreza Tengsîrî, Fermandarê Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê di komcivîna neteweyî ya Kenadava Farsê û Perravên Mokranê di bereberê ssedsala 15an a Koça rojî da li zanîngeha Şîrazê got: Her keştiyeke cengê ku derbasî Kendava Farsê dibe, li Tengava Hormuzê tê şopandin.
Fermandarê Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bal kişande ser girîngiya rola Îranê li avên Kendava Farsê û Mokranê got: Hebûna Îranê li vê navçeyê ne tenê di warê leşkerî da nîne, belkî hebûneka stratejîk di beşên cûrbecûr ên aborî, siyasî û heta çandî da li warê neteweyî û navneteweyî ye.
Serdar Tengsîrî got: Kendava farsê motora pêşketina aborî ya welatên asyayî û ewropî û mihwera girîng û stratejîk a veguhestina deryayî, asimanî û ticarî navbera welatan e.
Fermandarê Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Aniha zêdetirî sedî 62 ji zimhêrên petrola cîhanê bi qasî 730 miliyar bermîlên selimanî yên petrolê, sedî 40 ji çavkaniyên gaza cîhanî beranberî 70 trîliyon zimhêra gaza xwezayî li vê navçeyê ye ku girîniya û rola wê ya stratejîk duberanber kiriye.
Fermandarê Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Mewqiya stratejîk û jeopolîtîk a Kendava Farsê helbet bûye sebeba hebûna nerewa ya hin hêzxurtên rojavayî û welatên biyanî.