Nîsan 29, 2021 16:07 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Hesabên dijmin derbarê derhatên Îranê şaş bûn

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Hesabên dijmin derbarê derhatên Îranê şaş bû.

Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê piştî rêûrisma behrewergirtina ji çar projeyên mezin ên pîşeya avê, got: Dijmin hesaba derhatên Îranê ji petrokîmî, pola, gaz û elektrîkê nekiribû.

Rûhanî her wiha got: Me hin salan şerê aborî hebû, lê hin derhatên din hatin û alîkariya dewletê kirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Beşên Petrokîmî û Polayê hatin meydanê, di derfirotina gaz û elektrîkê da rewşeke nû çêbû, her wiha di warê berhemên petrolê da jî me hin serketin hebûn û dijmin nedikarî vê yekê hesab bike.

 

 

Serepeyv