Sipasiya Rêberê Înqilabê ji peyama sersaxiya Seyid Hesen Nesrullah û Ismaîl Heniye bi boneya koça dawî ya serdar Hicazî
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ji peyamên sersaxiyê yên Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê û Serokê Ofîsa Siyasî ya Hamasê bi boneya koça dawî ya serdarê têkoşer Seyid Muhemed Hicazî sipasî kir.
Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Sêşemiyê bi peyamên cuda bo seyid Hesen Nesrulla Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê û Ismaîl Heniye Serokê Ofîsa Siyasî ya Hamasê ji peyamên wan ên sersaxiyê bi boneya koça dawîya serdarê têkoşer Seyid Muhemed Hicazî sipasî kir û jibo têkoşerên Hizbullah û Hamasê û gelê Filistînê hêviya serketin û tendurustiyê kir.
Beşa pêwendiyên giştî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî Yekşemiyê bi şev (18ê Nîsana 2021ê) bi daxuyaniyekê qala şehîdbûna serdarê serfiraz, Seyid Muhemed Hicazî, dewsgirê Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê ji ber kêşeya dil kir.