Heta îro 27ê Nîsana 2021ê - Derdora miliyonek û 907 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Nîsan 27, 2021 15:27 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 2 miliyon û 438 hezar û 193 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 907 hezar û 190 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 20936 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 2 miliyon û 438 hezar û 193 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 462 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 70 hezar û 532 kesî kesî."