Zerîf: Em ji rola mihwerî ya Iraqê li navçeyê pêşwazî dikin
Nîsan 27, 2021 11:50 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê di twittera xwe da tevî amajeya bi hevdîtin û gotûbêjên xwe tev rayedar û kesayetiyên iraqî nivîsî: Em ji rola mihwerî ya Iraqê li navçeyê pêşwazî dikin.
Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf roja Sêşemiyê di twitterê da nivîsî: Gotûbêjên pirr rind li Iraqê digel Berhem Salih serokomar, Mustefa kazim serokwezîrê, Muhemed Helbûsî serokê Parlimanê, Fuad Husên wezîrê derve û rêberên bilind ên tevgerên sune û şîe; Yekemayetiya Îranê cînarên wê ne.
Wî her wiha nivîsî: Em ji rola mihwerî ya Iraqê li navçeyê pêşwazî dikin.
Zerîf ragihand: Hevdîtinên zêdetir dê îro li Bexda û Hewlêrê pêk bên.