Zerîf: Em hêvî dikin ku Amerîka dê bi siyasetek maqûl vegere ser Rêkeftina Navokî
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di civîna bi nûçegihanan re ya ku wezîrê derve yê Iraqê jî tê de bû got ku Amerîka dê bi siyasetek maqûl vegere ser Rêkeftina Navokî.
Li gor IRNAyê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf di civîna bi nûçegihanan re ya ku wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên jî tê de bû got: Ger Amerîka vegere ser Rêkeftina Navokî, Tehran jî piştî ku bi vê yekê piştrast bibe, gişt pêwerên xwe yên li gor rêkeftina hanê bi cih tîne û tam vedigere ser wê.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha ji ber bûyera tal a şiwitîna nexweşxana Ibnê El-Xetîb û candayîna gelek ji welatiyên iraqî ji ber wê ji hikûmet û neteweya Iraqê bi taybet ji malbatên goriyan re sersaxî xwest û bona birîndaran jî ji Xwedê teala daxwaza şifaya acil kir û dewamê de got: Em pêşwaziya rola bingehîn û bihêz a Iraqê li deverê dikin û em hêvî dikin ku rola Iraq li vê herêmê her roj bihêztir bibe û bibe sedema aramî û aşitiyê li deverê.
Zerîf herwiha got: Em ê di vî herêmê de her dem li ba hev bin. Yên din diçin, lê em ê li vê herêmê bin û divê em têkiliyên xwe li ser bingeha cîrantiya baş û rêzgirtina serweriya hevûdu û yekparebûna xaka hev û destêwernedana li karûbarên navxweyî yên hevdu, hevaltiyê û biratiyê ava bikin û ev e siyaseta Komara Îslamî li vê herêmê.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî di vê civînê de li ser rola welatê xwe bona çareseriya pirsgirêkên navçê tekez kir û got ku Bexdayê roleke girîng ji bo damezrandina aştî û ewlehiyê li navçê heye.
Fuad Husên herwiha bal kişand ser siyaset û helwêsta Iraqê ji bo aramî û ewlehiya navçê û got: Siyaseta Iraqê di danîna pêwendiyan de li ser bingeha berjewendiyên hevbeş e bi awayekî ku rola herêm bi xwe jî girîng were nirxandin.