Hevdîtin û gotûbêja Zerîf a bi Serokkomarê Iraqê re
Nîsan 26, 2021 18:19 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.
Li gorî Klûba Rojnamevanên Ciwan (ya Îranê), Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro Duşemê li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re civiya û pêra ser mijarên curbicur ên aborî û siyasî gotûbêj kir.
Zerîf îro di seredana xwe ya duyem bo herêmê de û gotûbêja bi rayedarên Qeterî re, çû Bexdadê ji bo ku bi rayedarên îraqî re bişêwire û gotûbêjê bike û Zerîf li Bexdayê bi hevtayê xwe yê iraqî Fuad Husên re jî hevdîtinek pêk anî.