Nîsan 26, 2021 13:35 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îranê li Bexdayê ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf gihêşt paytexta Iraqê Bexdayê. Tê payîn Zerîf serdana Hewlêrê jî bike.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê, Muhemed Cewad Zerîf ji aliyê wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Hisên ve hatiye pêşwazîkirin. Wezîrê karên derve yê Îranê di bi rayedarên Iraqê re bicive û bi wan re ser têkiliyên dualî û rewşa û guhertinên li navçê biaxive.

Li gorî bernama serdanê, Zerîf dê bi serokkomar, serokwezîr û serokê parlamenta Iraqê re bicive û tê payîn ku Zerîf sibe serdana Hewlêrê jî bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya lraqê El-Sehaf duh gotibû ku dê mesele û berjewendîyên hevbeş yên digel Îranê dê bibin mijara civîn û danûstandinên Zerîf digel karbidestên iraqî

Zerîf berî serdana Iraqê sefera Qeterê kiribû û bi rayedarên dercebilind ên vî welatî re civiya û ser têkiliyên dualî û navçê bi wan re gotûbêj kir.

Serepeyv