Zerîf: Cîran cihê yekem di siyasetê me de digirin
Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê şeva borî yekşemê li ser Twitterê hevdîtina xwe ya bi mîrê Qeterê re pir xweş û girîng wesif kir û tekez kir ku cîran di siyaseta me de pêşeng in.
Li gor Fars Newsê, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf piştî hevdîtina xwe bi mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Alê Sanî re li Duheya paytexta vî welatî li ser Twitterê nivîsî: Însiyatîfa Hêviyê nêzîkatiya Îranê bi cîranan re ya li herêmê ye û cîranên me disiyaseta me de pêşeng in."
Zerîf di vê hevdîtinê de bi mîrê Qeterê re qala guhertin û geşedanên dawîn ên têkiliyên Îran û Qeterê di warên curbicur ên siyasî û aborî de kir û ji bo berfirehkirina têkiliyên di navbera her du welatan de mijar û kapasîteyên heyî bi erênî nirxand.
Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha di vê hevdîtinê de dîtin û helwêsta Komara Îslamî ya Îranê di warê geşepêdana danûstendinên bi welatên herêmê re, û her weha geşedanên dawiyê derbarê danûstandinên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û welatên 4 + 1 de şirove kir.
Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Alê Sanî jî di vê hevdîtinê de tekez li ser girîngiya têkiliyên dualî û her weha hevkariya di navbera her du welatên li herêmê kir û desnîşan kir ku welatê wî dixwaze hevkariya di navbera her du welatan de berfire bibin.
Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê êvara Yekşemê li Duhayê bi wezîrê derve yê Qeterê Muhemed bin Ebdulrehman Alê Sanî re jî civîya û di vê hevdîtinê de li ser berfirekirina pêwendiyên Îranê bi welatên herêmê ji wan bi Qeterê re tekez kir û eva di çarçêva îstiqrar û ewlehiyqa herêmê da zanîn.