Jimara goriyên Koronayê li Îranê ji 450 kesî derbas bû
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 453 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber vê nexweşiyê jidespêka pandemya Koronayê li Îranê heya vê demê gihêşte 68 hezar û 366 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro pêncşemê 22 Nîsanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 24 hezar û 92 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku 3 hezar û 438 kes di nexweşxanan de hatin razandin û bi van pêketiyên nû hejmara pêketiyên ku heta niha li Îranê hatine tomarkirin, gihîştiye du milyon û 335 hezar û 905 kesan.
Vê Wezaretê her wiha da zanîn ku heya niha milyonek û 837 hezar û 590 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Li gor vê raporê heya vê demê li Îranê 14 milyon û 854 hezar û 140 testên Covid-19 hatine encam dan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha ragihand ku heya vê demê 518 hezar û 904 kes vaksîna doza yekem ya Koronayê standina û 148 hezar û 298 kesan doza duyem jî standin û li ser hev 667 hezar û 202 doz hatine lêdan.