Wezîrê Derve yê Pakistanê hat Îranê
Wezîrê Derve yê Pakistanê Şah Mehmûd Qureyşî roja Sêşemê piştî nîvro ji bo serdaneke fermî ji Abu Zebî (paytexta Îmarat) hat Tehranê daku bi karbidestên paye bilind ên Komara Îslamî ya Îranê re bicive.
Li gorî IRNAyê, li ser zarê daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Pakistanê, biryar e ku Şah Mehmûd Qureyşî di serdana xwe ya Îranê de, ji bo ziyareta herema paqij a Îmamê heştem ê Şîeyên cîhanê Hz. Îmam Reza (S) seredana bajarê pîroz ê Meşhedê bike .
Di vê daxuyaniyê de hatiye gotin ku Wezîrê Derve yê Pakistanê li ser vexwendina hevtayê xwe yê îranî jibo seredanek sê-rojî (20-22 Nîsan) hatiye Tehranê û biryar e ji bilî civîna bi wezîrê derve muhemed Cewad Zerîf bi Serokomar Hesen Rûhanî û Muhemedd Baqir Qalîbaf, Serokê Meclisa Şêwra Îslamî re jî bicive.