Nîsan 20, 2021 16:40 Asia/Tehran
  • Rebiyî: Dibe ku di demek kurt de peymana navokî ji hêla teknîkî ve were zindî kirin

Berdevkê dewleta Îranê got: "Ji hêla teknîkî mimkun e ku sizayên ku Rêkeftina Navokî binpê dikin rakin û vê peymanê di demeke kurt de bi tevahî vejînin."

Li gorî IRNA; "Elî Rebiyî," berdevkê dewleta Îranê, di civînek rojnamevanî de ku roja Sêşemê li ser internetê li dar xist, got: "Em ji bo bidestxistina mafê xwe yê diyar di rêkeftinê de nakevin lezê û em naxwazin li derveyî çarçova Rêkeftina Navokî tawîzan bidin. "

Berdevkê dewleta Îranê got: "Berevajî hin îdiayan, hem hukûmeta amerîka dikare di wextek kurt de vegere ser berpirsiyariyên binpêkirî yên Rêkeftina Navokî, hem jî Îran dikare piştî piştrastbûna derheq vegera Amerîkayê vegere ser erkên xwe."

Rebiyî amaje bi hewlên dewleta Îranê ji bo kirîna derziya korona jî kir û got: "Îran yek ji wan welatan bû ku berî gelek welatan daxwaza kirîna vaksîna Koronayê ya Kovacs kiribû, lê sizayên dijwar rê neda ku Îran vê vaksîn bîne welêt."

Berdevkê dewleta Îranê amaje bi girêbesta kirîna 60 mîlyon dozên vaksîna Sputnik ji Rûsyayê jî kir û ragihand ku hilberîna hevpar a vaksîna Coronayê bi Kûbayê re jî heye û got: "Hilberandina vaksîn Korona Îranî di qonaxa dawî de ye û dê di demek nêzîk de were hilberandin û bikaranîn. "

Serepeyv