Nîsan 19, 2021 19:43 Asia/Tehran
  • Peyama sersaxiyê ya Nesrullah û Heniye li pey koça dawî ya serdar Hicazî

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê û Serokê Ofîsa Siyasî ya Hamasê li pey koça dawî ya serdar Hicazî peyama sersaxiyê xitabî Rêberê mezin ê Înqilabê şandin.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Al-Alamê, Seyid Hesen Nesrullah sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê û Ismaîl Heniye serokê Ofîsa siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) bi boneya koça dawî ya serdar Hicazî, Dewsgirê Fermandarê hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî peyamên sersaxiyê xitabî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dan.

Navenda Pêwwendiyên gelemperî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi daxuyaniyekê qala şehîdbûna serdar Hicazî, Dewsgirê fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ji ber kêşeya dil kir.

Li gorî rapora Sepah Newsê, Di daxuyaniya Navenda Pêwwendiyên gelemperî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da hatiye: Serdarê payebilind û canbazê serfiraz sertîpê pasdar seyid

Muhemed Husênzade Hicazî, Dewsgirê fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî piştî bi sala têkoşîn û hewildanên bê rawestan û bi dilpakî di warên cûrbecûr ên parastina înqilabê û xizmeta bo hikûmeta û niştîmana îslamî ji ber kêşeya dil di pileya bilind a şehadetê da cih girt û tev li girseya mezin a şehîdan bû.

 

Serepeyv