Nîsan 19, 2021 17:09 Asia/Tehran
  • Heta îro 19ê Nîsana 2021ê - Derdora miliyonek û 797 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 2 miliyon û 261 hezar û 435 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 797 hezar û 319 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 24364 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 2 miliyon û 261 hezar û 435 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 398 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 67 hezar û 130 kesî kesî."

 

 

Serepeyv