Nîsan 19, 2021 10:08 Asia/Tehran
  •  Serdar Hicazî Dewsgirê fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî şehîd bû

Navenda Pêwwendiyên gelemperî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi daxuyaniyekê qala şehîdbûna serdar Hicazî, Dewsgirê fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ji ber kêşeya dil kir.

Li gorî rapora Sepah Newsê, Di daxuyaniya Navenda Pêwwendiyên gelemperî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da hatiye: Serdarê payebilind û canbazê serfiraz sertîpê pasdar seyid Muhemed Husênzade Hicazî, Dewsgirê fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî piştî bi sala têkoşîn û hewildanên bê rawestan û bi dilpakî di warên cûrbecûr ên parastina înqilabê û xizmeta bo hikûmeta û niştîmana îslamî ji ber kêşeya dil di pileya bilind a şehadetê da cih girt û tev li girseya mezin a şehîdan bû.

Ev daxuyanî her wiha dibêje: Ew serdarê momin, înqilabî û welayetperwer di rêza fermandar û têkoşerên mînak ên heşt salan berevaniya pîroz da bû ku nemaze rola mezin û mayînde di warê wergirtin, birêxistinkirin û şandina têkoşerên îslamê bo bereyên heq dijî batilê û rûbirûbûna bi artêşa beisî ya Sedam û kirêgirtiyên istikbara cîhanî di şerê sepandî da cih anî.

Di dewama vê daxuyaniyê da hatiye: Serdar Hicazîê ku di karnameya xwe da demekê berpirsiyariya Sipahê li Libnanê girtibû ustiyê xwe, di salên dawî da tecrubeyên xwe yên binirx jibo alîkariya bo berevanên Heremê û alîkariya bo bereya berxwedana îslamî di warê têkoşîna dijî DAIŞê û terorîsma tekfîrî bi kar anî û piştî şehîdbûna serdarê dilan sipehbudê pasdar hac Qasim Silêmanî li ser pêşniyara serdarê pasdar Ismaîl Qaanî fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê bi hukmê serdarê serleşkerê pasdar Husên Selamî fermandarê giştî yê Sipahê wek Dewsgirê fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî hat tayînkirin û xizmetine binirx ji xwe bi cih hiştin.

Navenda Pêwwendiyên gelemperî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî pîrozkirina sersaxîdana ji ber şehîdbûna wî fermandarê canbaz, hêja û dilpak li Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û fermandarê gişt hêzan Hezretê Îmam Xamineyî, malbata rêzdar û yek bi yekê fermandar, bverpirs û hevriyên wî li Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Besîca Mustezefan, her wiha têkoşerên bereya berxwedanê, ji xelkê şerîf ra radigihîne ku rêûrismên oxirkirin û definkirina meyta wî ya paqij dê di çarçova tevdîr û destûrkarên erkantiya têkoşîan dijî Koronayê da pêk bên.

 

 

Serepeyv