Nîsan 18, 2021 16:25 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Em niha ketine nav riya rast

"Seyd Ebas Iraqşî", cîgirê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, piştî civîna roja Şemiyê ya Komisyona Hevpar li Viyenayê, li ser Twitter nivîsî: "Piştî çend rojan gotûbêjên dijwar, em niha wer difikirin ku em ketine ser riyek rast. Lêbelê, riyek dijwar li pêş me de ye."

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, "Iraqçî" di dewamê de nivîsî: "Hê zû ye ku em pêşbîniyê bikin; komên pispor dê ji bo zelalkirina mijarên girîng xebata xwe bidomînin."

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, duh berêvarê got: Niha danûstandin gihîştine qonaxekê ku alî dikarin li ser nivîsek hevbeş dest bi xebatê bikin. Heyeta îranê nivîsa xwe amade kir û pêşkêşî hemû aliyan kir.

Civîna Komîsyona Hevbeş roja Şemiyê danê nîvro li Viyanayê ya paytexta Avusturya(Otrîşê) hate lidarxistin.

Di vê civînê de Enrique Mora Alîkarê berpirsê siyaseta Karên Derve yê YE û nûnerên Îran, Fransa, Almanya, Brîtanya, Çîn û Rûsyayê amade bûn.

Li dû civînê, Mora li ser Twîtterê ku civîna Viyenayê ya Komîsyona Hevpar a Rêkeftina Navokî nirxand û nivîsî: "Pêşkeftin di danûstandinên Rêkeftina Navokî de ne hêsan bû. Niha karên hûr û bihûrgiliyên zêde hewce ne.Lê mifta(kilîta) serkeftina me ev e ku hemî alî dixwazin amerîkî vegerin ser Rêkeftina Navokî û pabendî wê rêkeftin bibin."

Serepeyv