Heta îro 15ê Nîsana 2021ê - Derdora miliyonek û 772 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne
Nîsan 17, 2021 14:26 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 2 miliyon û 215 hezar û 445 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 772 hezar û 668 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 21312 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 2 miliyon û 215 hezar û 445 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 319 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 66 hezar û 327 kesî kesî."