Nîsan 17, 2021 12:06 Asia/Tehran
  • Amadetiya Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê jibo parastina sînorên avî yên Îranê

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê amadeyî parastina sînorên avî yên welêt e.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Emîr edmîral Husên Xanzadî, Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Şopandina gişt yekîneyên seravî, binavî û asimanî yên welatên dervenavçeyî bi awayê şevûrojî pêk tê.

 

Wî got: Li her derê ku pêwîst be, Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi iqtidar kiryar û hişyariyêln pêwîst di rewşa qewimîna her cûre pirsgirêkekê dê pêk bîne.

Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tevî pîrozkirina 29ê Ferverdînê wek Roja Artêşê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê di heşt salan berevaniya pîroz da li hemberî êrîşa giştalî ya dijminan rawestiya.

 

 

Serepeyv