Nîsan 16, 2021 19:48 Asia/Tehran
  • Qalîbaf: Îran zengînkirina ûranyum di asta sedî 60 despê kir

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ragihand ku zengînkirina ûranyumê di asta % 60 despê bûye.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê  Mehmed Baqir Qalîbaf li ser twitterê nivîsiye: "Ez şanaz im ku ragihînim  şeva borî saet 00:40, zanyarên îranî karîn ûranyuma di asta % 60 zengîn bikin ."

Qalîbaf herwiha got: "Ez vê serkeftinê li gelê wêrek ê Îrana Îslamî pîroz dikim; "Vîna gelê Îranê mucîzeker e û dê her komployê pûç bike."

Li gorî name û agahiya ku Îranê roja Sêşemê radestî Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî kir,% 60 zengînkirina Ûraniyumê dê di du zincîrên santrifûjên nû yên IR-4 û IR-6 de li Natanz were kirin.

Komara Îslamî ya Îranê ji 23ê Sibatê ve di çarçova Zagona "Çalakiya Stratejîk a Rakirina Sizayan û Parastina Mafên Neteweya Îranê" de hin kiryarên xwebexş ên di bin Rêkeftina Navokî de rawestandiye.

Serepeyv