Nîsan 16, 2021 17:32 Asia/Tehran
  • axuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser encamên serdana Lavrov a Îranê

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê êvara Pêncşemê daxuyaniyek weşand û encamên serdana Wezîrê Karên Derve yê vî welatî Sergei Lavrov a Îranê girîng û erênê nirxan.

Li gorî IRNA, Wezareta Derve ya Rusyayê di daxuyaniya xwe de amaje bi civînên Lavrov digel karbidestên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê dike, yên wek Serokkomar Hesen Rûhanî, Serokê Meclisa Şêwra Îslamî Mihemed Baqer Qalîbaf û Wezîrê Derve Mihemed Cewad Zerîf û diyar dike ku her du aliyan li ser têkiliyên du welatan yên di warê pêşxistina diyaloga siyasî, hevkariya bazirganî û aborî de sekinîn û li ser pêkanîna projeyên girîng ên hevbeş, her weha têkiliyên pratîk ji bo têkoşîna li dijî nexweşiya Koronayê tekez kirin.

Di vê daxuyaniye de herwiha diyar bûye ku du welatan di warê avakirina navendên çandî û îstifadeya ji wan de rêketinnameyek îmzakirine.

 Her du wezîrên karên derve herwiha çareserkirina kirîzên Sûriyê, Yemen, Efganistan û pirsgirêkên herêma Kendava Farsî, rewşa Qerebaxê li ser bingeha rêzgirtina hevûdu û berjewendiyên hevdu gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, di dema serdana Lavrov a Tehranê de, helwêstên Rûsya û Îranê yên derbarê Rêkeftina Navokî û mijarên pêwendîdar jî di çarçoveya piralî de û mijarên din ên girîng ên di rojeva navneteweyî de hatin gotûbêj kirin.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di dawiyê de destnîşan kir ku her dualiyan li hev kirine ku li ser hemî mijarên hevpar ên li gor berjewendiyên dualî gotûbêj berdewam bikin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov roja Sêşemê (13ê Nîsanê) hat Tehranê û bi karbidestên Komara Îslamî ya Îranê re gotûbêj kir.

Serepeyv