Nîsan 15, 2021 15:18 Asia/Tehran
  • Heta îro 15ê Nîsana 2021ê - Derdora miliyonek û 749 hezar ji tûşbûyiyên bi Koronayê li Îranê baş bûne

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 2 miliyon û 168 hezar û 872 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha Miliyonek û 749 hezar û 41 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 25078 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 2 miliyon û 168 hezar û 872 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 321 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 65 hezar û 680 kesî kesî."

 

 

Serepeyv