Nîsan 14, 2021 23:40 Asia/Tehran
  • Hevpeyvîna telefonî ya Ruhanî bi serokomarên Iraq û Tirkiyê re

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî bi telefonê bi serokomarên Iraq û Tirkiyê re peyêvî. Rûhanî di hevpeyvîna bi serokomarê Iraqê re ev welata dost û cînarê baş yê Îranê da zanîn ku Îran hez dike di gişt waran de pêwendî pê re hebe.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro di hevpeyvîna bi serokomarê Iraqê Berhem Salih re hilkketina meha Remezanê li hikûmet û gelê Iraqê pîroz kir û got: Ku Tehran û Bexda dikarin bi berfirekirina pêwendî û hevkariyên xwe yên dualî mû herêmî roleke girîng di warê geşedanên navçê bilîzin û bi bbandor bibin.

Rûhanî herwiha piştgiriya Îranê ji îstiqrar û ewlehiya Irraqê ragihand û got: Bihêzbûna deshilat û şerefa Iraqê û qahêmbûna serxwebûna wê û peydakirina cih û mewqiya xwe ya hêja li herêm û cîhanê ji me re pir girîng e û em mudaxileya biyaniyan li Iraqê qebûl nakin.

Rûhanî herwiha desnîşan kir ku helwêsta amerîkiyan li şerê dijî terorîzmê li Sûriyê û Iraqê zelal nîne û got: Amerîkiyan hertim li herêmê roleke xirabkerane hebûne û hêzên wan li navçê ti alîkriyek ji ewlehî û îstiqrarê neke. 

Berhem Salih jî di vê hevpeyvînê de hilkketina meha Remezanê li hikûmet û gelê Îranê pîroz kir û pêwendiyên du welatan stratejîk û ber bi pêş da zanîn û berçavgirtina hevpariyên çandî û dîrokî yên du netewan ji bo qahêmbûna pêwendiyên du welatan di war4êntranzît, danûstandinên ticarî û aborî pir bi bandor da zanîn û berfirekirina pêwendî û hevkariyan tev Îranê armanca sereke ya welatê xwe da zanîn.

Rûhanî di hevpeyvîna bi serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re jî hilketina meha Remezanê li hikûmeta û Neteweya Tirkiyê pîroz kir û desnîşan kir ku pêwendiyên du welatan li ser bingeha dostî û hevaltiyê ava bûye vêca ji ber vê yekê ev pêwendiyan dikarin roleke sûdmend ji navçê re hebin.

Rûhanî herwiha xwest ku ji gişt zirûfên du welatan bona berfirekirina pêwendiyên du welatan li gişt waran îstifade bibe.

Rûhanî herwiha bal kişande ser hevkariya du welatan bona çareseriya pirsgirêk û qeyranên navçê wekî ya Sûriyê ku ji riya gotûbêjên Astaneyê hewl didin ev qeyran çareser bibe û xwest ev hevkariyana dom bikin.

Erdogan jî hilketina meha Remezanê li hikûmeta û Neteweya Îranê pîroz kir û diyar kir ku pêwendiyên du welatan bi berfiretî û dostane bi pêş ve diçin heta di dewrana pandemya Koronayê ev peywendî qut nebûn.

Erdogan herwiha bal kişand ser rûniştinên aborî û ticarî di navbera du welatan ku qirare ya din di meha pêşe rojê lidar keve û xwest bila pêwendiyên du welatan di warên ticarî û aborî berfiretir bibin.

Serepeyv