Nîsan 14, 2021 23:04 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Inqilabê: Siyaseta welat di warê Rêkeftina Navokî de diyar e

Rêberê giranqedir ê inqilaba îslamî derheq babetên têkildarî Rêkeftina Navokî û dorpêç û danûstandinan got: Me di axaftinên giştî û civînên digel karbidestan de an bi nivîskî siyaseta wêlat a derheqê Rêkeftina Navokî û sizayan de ragihandiye, lewra eşkere ye ku siyaseta welat ci ye divê çi bikin.

Rêberê giranqedir ê inqilaba îslamî  Hz. ayetullah Xamineyî di merasima hogiriya derheq Qurana Kerîm de ji riya vîdeo-konferansê de ku bi beşdariya qariyên bi nav ên Qurana Pîroz li nimêjgeha mezin a Îmam Xumeynî (RE) ya Tehranê li dar ket got: Biryara karbidestan ew e ku biçin û danûstandinan bikin da ku heman siyasetê pêk bînin, ya ku em di vî warî de nîqaş nakin, lê divê baldar bin ku danûstandin pir dom nekin ji ber ku ew ji bo welat zirarê ye.

Rêberê giranqedir ê inqilaba îslamî armanca israra Amerîkîyan ser danûstandinan ew e ku hewil bidin gotineke betal ferz bikin û di dewamê de got: Mantiqa Komara Îslamî ku îsrarê dike divê Amerîka pêşî sizayan rabike ji ber viya ye ku Amerîka nebawer e û gelek caran peyman binpê kirine wusa ye ku heta hin muzakerevanên Ewropî jî di civînên taybetî de vê yekê qebûl dikin, her çend di biryardayîn de ew xwe li ber Amerîkiyan, xwe ditewînin û ji xwe ne serbixwe ne.

Hz. ayetullah Xamineyî herwiha got: Piraniya pêşniyarên Amerîkiyan pozbilindî û bi hiqare in vêja ew hêjayî mêzkirinê jî nînin.

Di dawiyê de, wî hêvî kir ku karbidestên welêt bi çavên vekirî û bi dilekî xurt û bi Xwedê bawer pêş ve herin û ew ê bi alîkarî û hezkirinaXwedê teala millet şad bikin.

Serepeyv